Navenda Pisporan a Medenîyayê
Ji bo pêşkêşkirina nirxê zêdekirî yê ku em wî pêşkêşî rêxistinên xwe yên endam dikin, Medenîyayê komeke pispor, kes û rêxistinan ava kiriye ku amade ye pisporî û xizmetên xwe bi bihayekî kêm pêşkêşî rêxistinên xwe yên endam bike. Hemin em astengîyên zêde yên li pêş nûnerên civaka şarwer û pêdivîyên wan ên cihêreng ên plandanînê û pêşkêşkirin û çavdêrîkirina astbilind a bernameyan fêm dikin; Medenîya dê -piştî şêwirkirina li gel rêxistinên xwe yên endam- sûdê ji xwegihandina komî ya toreke berfireh a pêşkêşkerên cihêreng ên xizmetan û avakirina vê komê bigire.
Armanc
Armancên sereke yên avakirina hevparîyan li gel komên kes û rêxistinên pispor ên ku dê xizmetên destekdayî yên guncandî li gor şêwaz û bihayan pêşkêş bikin ev in:
Xurtkirina hevkarîyê û biparvekirina çavkanîyan
Xurtkirina hevkarîya geşbûyî di navbera rêxistinên endam de. Ev yek jî bi rêya hêsankirina derfetan li pêş wan da ku çavkanî, jîrekî û pisporîyan bigihînin hev û handana destekdana dualî ji bo pêkanîna sûdwergirîya komî.
Xurtkirina karînên rêxistinî û bernameyî
Piştgirtina rêxistinên endam bi rêya xizmet, jîrekî û çavkanîyên guncandî ji bo xurtkirina avahîsazîyên wan ên sazûmanî û karîgerîya wan a xebitandin û bernamedanînê.
Zêdekirina pêkanîna xwegihandinê
Hêsankirina xwegihandina bi nirxekî sivik bo xizmetên guncandî û destekdayî yên astbilind ên ku carê biha ne yan jî hin rêxistin nikarin bi tena serê xwe bigihin wan.
Destekdana gelemper
Pêşkêşkirina komeke berfireh a xizmetên guncandî yên teknîkî û stratejîk ji bo pêkanîna xizmetên cihêreng ên rêxisitnên me yên endam.
Nimûneyên xizmetên destkdayî yên guncandî, van xalên jêrîn li xwe digirin
Armanca vê destpêşxerîyê ew e ku komeke balkêş a jîrekî, zanîn û pisporîyên berdest bi rêya rêxistinên me yên endam û hevparên me bê pêşkêşkirina da ku bi merc û bihayên taybet li ber destên her kesî be û endamên rêxistinên civaka şarwer a Sûrîyayê bikarin xwe bigihîninê. Armanca van xizmet û derfetên destekdayî ew e ku şiyanên sazûmanî yên endaman û karîgerîya wan a xebitandin û bernamedanînê bê xurtkirin. Em dixwazin hevparîyan ava bikin û ev hevparî alav û zanîna pêwîst bigihîne rêxsitinên me yên endam da ku zora alozîyan bibin û armancên xwe yên rêxistinî bi rengekî karîger pêk bînin.
Nimûneyên xizmetên destkdayî yên guncandî, van xalên jêrîn li xwe digirin:
◊ Stratejîyên tevlêkirina zayenda civakî (gender).
◊ Xizmetên destkdana derûnî û civakî.
◊ Stratejîyên pêwendîdanînê.
◊ Stratejîyên komkirina alîkarîyan.
◊ Çarçoveyên çavdêrîkirin, nirxandin, berpirsyarî û hînbûnê.
◊ Xizmetên qanûnî û yên guhdarîkirinê.
◊ Xizmetên teknolojîya zanyarîyan.
◊ Xizmetên dahînana medyayî.
◊ Xwendewarîya dîjîtal.
◊ Xwegihandina danegehan.
◊ Xizmetên lêkolînan.
◊ Xizmetên reklamnivîsîn û edîtorîyê.
◊ Xizmetên grafîkdîzaynê.
◊ Xizmetên wergerandin û şirovekirinê