Derfet
Hemû endamên Medenîyayê xwedî mafên yeksan in di warê bidestxistina derfetên bi biha û mercên destekdayî yên Medenîyayê de û her wiha mafê wan ê yeksan heye ku beşdarî plan û çalakîyên wê bibin. Derfet, plan û çalakî bi vedorî, bi rêya şêwra li gel endaman û li gor derfet û rewşa wan, tên dîzaynkirin.
Xwegihandina Derfetan
Platforma me ya dîjîtal a hevkarîger a endamtîyê dê rê bide te ku tu xwe bigihînî derfetan, çavkanîyan û zanîna ku dikarin karîgerîya karê şarwer xurt bikin.
Ev platform van xizmetan li xwe digire::
- Danegeheke derfetên sponsorkirinê ku rojane dê were nûjenkirin.
- Danegeheke derfetên perwerdekirinê û avakirina şiyanan ku rojane dê were nûjenkirin.
- Pirtûkxaneyeke rapor, belge û komên daneyên sereke yên girêdayî Sûrîyayê ku rojane dê were nûjenkirin.
- Salnameyeke bûyerên sereke yên girêdayî Sûrîyayê ku rojane dê were nûjenkirin.
- Belavokên periyodîk ên ku giringtirîn bipêşveçûnên girêdayî karê şarwer li Sûrîyayê destnîşan dikin.
- Nûjenkirinên periyodîk li barê alîyên sereke yên giftûgoyên siyasî yên dawîn ên ku di nava komên fişarkirinê de pêk tên û bandorê li biryarwergirên navdewletî dikin.
Xwegihandina Navenda Pisporan a Medenîyayê
Ji bo pêşkêşkirina nirxê zêdekirî yê ku em wî pêşkêşî rêxistinên xwe yên endam dikin, Medenîyayê komeke pispor, kes û rêxistinan ava kiriye ku amade ye pisporî û xizmetên xwe bi bihayekî kêm pêşkêşî rêxistinên xwe yên endam bike. Hemin em astengîyên zêde yên li pêş nûnerên civaka şarwer û pêdivîyên wan ên cihêreng ên plandanînê û pêşkêşkirin û çavdêrîkirina astbilind a bernameyan fêm dikin; Medenîya dê -piştî şêwirkirina li gel rêxistinên xwe yên endam- sûdê ji xwegihandina komî ya toreke berfireh a pêşkêşkerên cihêreng ên xizmetan û avakirina vê komê bigire.
Armanca vê destpêşxerîyê ew e ku komeke balkêş a jîrekî, zanîn û pisporîyên berdest bi rêya rêxistinên me yên endam û hevparên me bê pêşkêşkirina da ku bi merc û bihayên taybet li ber destên her kesî be û endamên rêxistinên civaka şarwer a Sûrîyayê bikarin xwe bigihîninê. Armanca van xizmet û derfetên destekdayî ew e ku şiyanên sazûmanî yên endaman û karîgerîya wan a xebitandin û bernamedanînê bê xurtkirin. Em dixwazin hevparîyan ava bikin û ev hevparî alav û zanîna pêwîst bigihîne rêxsitinên me yên endam da ku zora alozîyan bibin û armancên xwe yên rêxistinî bi rengekî karîger pêk bînin. Nimûneyên xizmetên destkdayî yên guncandî, van xalên jêrîn li xwe digirin:
- Stratejîyên tevlêkirina zayenda civakî (gender).
- Xizmetên destkdana derûnî û civakî.
- Stratejîyên pêwendîdanînê.
- Stratejîyên komkirina alîkarîyan.
- Çarçoveyên çavdêrîkirin, nirxandin, berpirsyarî û hînbûnê.
- Xizmetên qanûnî û yên guhdarîkirinê.
- Xizmetên teknolojîya zanyarîyan.
- Xizmetên dahînana medyayî.
- Xwendewarîya dîjîtal.
- Xwegihandina danegehan.
- Xizmetên lêkolînan.
- Xizmetên reklamnivîsîn û edîtorîyê.
- Xizmetên grafîkdîzaynê.
- Xizmetên wergerandin û şirovekirinê.
Çareserîyên stratejîk ên dozên binyatî
- Çareserîyên dahînayî yên di warê tekenolojîya darayî de: Dikarin danûstandinên darayî yên alîyên şarwer ên karîger ên Sûrîyayê bi rengekî dahînayî û nerm hêsan bikin.
- Berga sazûmanî ya qanûnî: Ji bo alîyên şarwer ên karîger ên ku bêyî bergeke qanûnî di atmosferên pelixîner de dixebitin.
Komên xebatê
Em her wiha destekekê didin avakirina komên xebatê yên ji bo danîna çareserîyên praktîk ên li ser bingeha pêdivîyan. Mijar dikarin van xalan li xwe bigirin:
- Berfirehkirina çarçoveya destpêşxerîyên birêvebirina sektorî.
- Çawanîya cihbicihkirina rêbaza têkilîdanîna di hemû sektoran de: Nimûne, sektorên penabûnê/niştecihbûnê.
- Çawanîya bipêşvebirina bernameyan bi rêya rêzên jeopolîtîk.
- Çawanîya jinûvehizirîna li çavdêrîkirinê bi rêya berpirsyarîyê.
- Rêxistinên nehikûmetî yên baş-damezrandî çawa dikarin li gel cemawer, komeleyên qurbanîyan, sendîka û rêxistinên din ên civaka navxweyî kar bikin.
Destpêşxerîyên hevbeş
Em destekekê didin destpêşxerîyên hevbeş ên ku astengîyan bêalî dikin û hevkarîya di navbera sektoran de û di navbera deverên cografîk de bi pêş ve dibin û wan hêsan dikin.