Navîgasyonê veke
ع






Armanca Medenîyayê xurtkirina karîgerîya siyasî ya aktorên şarwer ên Sûrîyayî ye. Medenîya bi hemû hêza xwe hewl dide endamên xwe li jêr sîwaneke ji nirxan kom bike da ku asta hebûna wan weku hemkûfên rastîn di platformên wergirtina biryarên girêdayî Sûrîyayê de bilind bike. Medenîya her wiha bi hemû hêza xwe hewl dide karîgerîya wan endaman di nava vê pêvajoyê de xurt bike.







Sîwana li ser bingeha nirxan

Medenîya, alîyên aktîv ên şarwer ên Sûrîyayî yên ku bawerîyê bi nirxên Medenîyayê yên li ser bingeha mafan, di nava atmosfereke şarwer a yekbûyî de dicivîne. Ev atmosfer di ser parçebûnê û bendbendî re ye, bawerîyê xurttir dike û hestên girêdan û xwedîtîyê zindî bike.

Hemkûf

Em hewl didin ku bibin berpeyvên sereke yên siyasetdanerên navdewletî, li ber nirxên xwe bidin û alîyên Sûrîyayî yên şarwer û karîger wekî hemkûfên di prosesên wergirtina biryarên girêdayî Sûrîyayê de pêşkêş bikin.

Aktorên Karîger

Em ji bo bilindkirina asta karîgerîya şarwer a girêdayî Sûrîyayê dixebitin. Em vê yekê bi rêya hevkarî û hevpiştgirîyê pêk tînin da ku em şiyanên xwe yên sazûmanî xurt bikin û atmosfereke xebatê ya ku alîyên şarwer ên karîger han dide biafirînin. Em her wiha rê didin alîyên şarwer ên karîger ku bi rengekî bibandor di bergeha alîkarîyên navdewletî de bilivin û hevahengî û hevkarîyê di navbera wan de han didin da ku hevtemamkirin û hevbirînê misoger bikin û rê li pêş bendbendî, takekesîtî û pêştexmînîyan bigirin.