Navîgasyonê veke
ع
Medenîya çi ye?

Medenîya destpêşxerîyeke li jêr rêberîya Sûrîyayîyan û bi sponsorîya wan e. Medenîya serbixwe ye û nakeve jêr serdestîya siyasî û biyanî. Armanca wê ew e ku karîgerîya siyasî ya meydana şarwer a Sûrîyayê xurt bike. Peywira me ew e ku em atmosfera xwe ya şarwer biparêzin û destekekê bidin rola pêşeng a civaka şarwer di avakirina siberoja Sûrîyayê de. Nêrîna me dikeve çarçoveya Sûrîyayeke hembêzker, demokratîk û xwedan serwerî: Sûrîyayeke ku hemû welatîyên xwe bi yeksanî li jêr sîya serwerîya qanûnê hembêz dike. Medenîya, aktorên şarwer ên Sûrîyayî di hundirê Sûrîyayê û welatên cîran û dîyasporayê de dixe tevgerê û wan li dor nirxên hevbeş ên li ser bingeha mafan kom dike da ku wan di nava yek meydana şarwer de bi rê bixe, wan dûrî parçebûnê bixe û hestên xwedîtî û xwegirêdanê di nava wan de xurt bike. Bi rêya sûdwergirtina ji çavkanîyên komî, şiyan, zanîn û bandora siyasî ya alîyên şarwer ên çalak ên Sûrîyayî, Medenîya kar dike ku xelkê Sûrîyayê bike xwedan roleke rêber û sereke di prosesên wergirtina biryarên girêdayî Sûrîyayê li ser astên xwecihî, herêmî û navdewletî de. Piştî ku du sal di ser danîna planan re derbas bûn, me Medenîya bi rengekî fermî di serê sala 2023yan de ragihand. Heta wê çaxê, Medenîya 150 rêxistinên Sûrîyayî yên civaka şarwer ên ji sektor û deverên cografî yên cihêreng tev li koma xwe kiribûn. Medenîya kompanîyeke neqezencbar û ji hêla garantîyê ve sînordar e. Ev kompanî, bi navê Tora Civaka Şarwer, li jêr hejmara (14017708), li (Companies House)ê ya li Îngilistan û Walesê tomarkirî ye. Ji hêla encûmena razgiran ve tê birêvebirin ku vê encûmenê jî hemû desthilatên xwe xistiye jêr sîya Encûmena Kargeran a Damzrîner (BoD).

Çima Medenîya hat damezrandin?

Îro, piştî ku dehsalek di ser Serîhildana Sûrîyayê ya sala 2011an re derbas bûye, em -Sûrîyayî- xwe di nava welatekî tarûmarbûyî de dibînin; welatekî ku li ser çend parçeyên jeopolîtîk ên cihêreng hatiye dabeşkirin, ev parçe jî li jêr serwerîya desthilatdarên de facto ne ku ji hêla hêzên herêmî û navdewletî ve hatine zeftkirin. Pê re, hîn prosesa siyasî ya ji bo bidawîkirina şer rawestîyayî ye û alîyên ku têkilîyên xwe bi Rêjîmê re normal dikin zêde dibin. Dengê Sûrîyayê bi awayekî sîstematîk ji giftûgoyên li ser şer an xebatên ji bo çareserkirinê hatiye dûrxistin û êdî tu xebateke rasteqîn a ji bo çareserkirina vê rewşê ji hêla civaka navdewletî ve nîne. Bi armanca alîkarîyê, destekdanê û parastina nirxên Serîhildana Sûrîyayê, bi sedan rêxsitinên ji hemû sektorên civaka sivîl a Sûrîyayê kedeke bêhema pêşkêş kirin. Ev rêxsitin xwedî rewatî, rastgoyî û pisporîya hewce ne da ku di prosesên wergirtina biryarên girêdayî rewşa Sûrîyayê de bibin hemkûf. Bi rêya karîgerîya siyasî, ev rêxsitin dikarin rola xwe ya rewa di sêwirandina siberoja Sûrîyayê de piştrast bikin û bandorê li berpirsyarîya wê, geşedana wê û pêvajoyên wê yên siyasî bikin.

Wateya vegerandina karîgerîya siyasî çi ye?

Bişûndevegerandina karîgerîya siyasî di nava atmosfera şarwer a Sûrîyayî de, li jêr sîwaneke şarwer, nayê wê wateyê ku em hin dezgehan bixin şûna desteyên Sûrîyayî yên heyî yên ku li gor biryara 2254an a Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî di nava prosesên siyasî de kar dikin. Berevajî vê yekê, ev sîwan hewl dide xebatên wan desteyan sergihayî û temam bike. Armanca vegerandina karîgerîya siyasî, reh û rîşalên xwe berdane kûrayîya bawerîya me, em alîyên karîger ên şarwer ên Sûrîyayê. Bawerîya me dibêje ku gerek em bi rengekî çalak tev li pêkanîna hemû pêvajoyên çareserîya siyasî bibin ku jixwe biryara Encûmena Ewlekarîyê vê yekê diparêze û dide pêş. Em sîwaneke li ser bingeha nirxan pêk tînin. Em ji bo dewleteke ku rêzê li mafên mirovan, azadîyan û serwerîya qanûnê digire dixebitin. Rêxistinên me didin ser şopa vê nêrînê û em bi hemû hêza xwe kar dikin ku bi rengekî çalak tev li platformên biryarwergirtinê bibin da ku reftarên hemû alîyên siyasî û navdewletî yên karîger li gel vê nêrînê biguncin û em vê yekê misoger bikin. Me Desteya Sûrîyayî ya Danûstandinan (DSD), weku alîyekî berjewendîdar ê sereke yê dosyaya Sûrîyayê vexwend konfernasê. Desteya Sûrîyayî ya Danûstandinan tenha alîyê siyasî yê vexwendî ye, ji ber ku ew sîwana çend komên siyasî yên din e û di her proseseke danûstandinên siyasî de desteya siyasî ya danpêdayî û naskirî ye. Vexwendina DSDyê peyameke zelal e û piştrast dike ku Medenîya destpêşûxerîyeke tam şarwer e û li gel hemû alîyên siyasî û navdewletî yên karîger dixebite da ku pabendîya wan a bi nirxên Medenîyayê misoger bike.

What is the membership process for Madaniya?

Medenîya hembêza xwe ji bo hemû alîyên şarwer ên karîger ên li hundir û derveyî Sûrîyayê vedike ku li gel nirxên Medenîyayê hemhizir in û li sektor û cihên cografîk ên cihêreng dixebitin; di nav wan de rêxsitinên mirovî yên civaka şarwer, rêxistinên mafên mirovan, sazîyên gelêrî, komeleyên çandî û pîşeyî, komên ji bo mafên qurbanîyan, sendîka, yekîtî, navendên lêkolînan, navgînên ragihandinê û dema wextê wê be, kes jî.

Ji bo ku serbixweyîya xwe biparêze, Medenîya pergaleke darayî ya li ser bingeha endamtîyê dimeşîne û pê re li ser demeke dirêj dikare di milê darayî de pişta xwe bide xwe bi tenê. Tê pêşbînîkirin ku endam -li gor qebare û şiyana xwe- alîkarîyên endamtîyê yên salane bidin. Alîkarîyên endamtîyê di navbera 100 û 10000 $ de ne û li gor şiyan û rewşa heyî ya cihêwaz a rêxistinên cihêreng hatine danîn. Bi her rengî, tu têkilî di navbera alîkarîyên endamtîyê û hêza biryarwergirtinê de tuneye. Hemû endamên Medenîyayê xwedan heman mafên yeksan ên sûdwergirtina ji xizmetên Medenîyayê û danîna planên wê ne. Rêxistinên ku dixwazin tev li Medenîyayê bibin dikarin daxwazeke sade ya endametîyê bi rêya malpera me pêşkêş bikin.

Çima pêşkonferansa Medenîyayê dê li Fransayê pêk bê?

Îroroj, nêzî nîvê xelkê Sûrîyayê bi darê zorê hatiye koçberkirin. Li hundirê Sûrîyayê, Sûrîyayî di navbera parçebûnên jeopolîtîk ên cihêreng de dijîn û desthilatdarên de facto yên cihêreng serwerîyê li xelkê dikin. Li derveyî Sûrîyayê, penaberên Sûrîyayî li welatên cîran û çar hêlên cîhanê belav bûne. Hemû jî rastî astengîyên girêdayî azadîya tevgerînê tên. Nûnerên rêxistinên civaka şarwer a Sûrîyayê ne dûrî vê rewşê ne. Di vî warî de, ji ber zêdebûna pêla koçberîyê û bilindbûna asta nefretê li dij koçber û penaberên li gelek welatan, her wiha ji ber mercên pir giran ên der barê çûn û hatina penaberan li her çar hêlên dinyayê de, prosesa dîtina cihekî ku pêşwazîyê li nûnerên rêxistinên ji hundirê Sûrîyayê û derveyî wê bike pir estem û nepêkan bû. Piştî lêkolîneke hûrbîn a der heqê gelek bajarên herêmê û cîhanê de, me bajarê Parîsê bo lidarxistina pêşkonferansa xwe bijart. Parîsê derfeta herî baş a pêşwazîkirina Sûrîyayîyên ji deverên li jêr desthilatdarên pirreng ên li Sûrîyayê, Sûrîyayîyên li dewletên cîran û biyanistanê pêşkêş kir, nemaze ku Hikûmeta Fransayê xebatên bidestxistina vîzaya Fransayê ji hêla Sûrîyayîyan ve hêsan kiribûn.

Gelo Konferansa Medenîyayê bi sponsorîyeke hevbeş a ji hêla Fransayê pêk tê?

Ev konferans bi sponsorîyeke hevbeş a ji hêla Fransayê PÊK NAYÊ. Ev konferans bi rêberî û sponsorîyeke temam a Sûrîyayîyan pêk tê. Medenîyayê, ji bo salên xwe yên damezrandinê, daneke darayî ya ji bo damezrandinê ji Sazîya El-Esferî wergirt. Di vê salê de jî, Medenîyayê daneke din a darayî ji Sazîya El-Esferî wergirt da ku alîkarîyên endamên xwe temam bike. Em hêvîdar in ku sala bê yan di demeke pêş de Medenîya bikare ji pere û alîkarîyên endamên xwe, sponsorîya xwe bi temamî bike. Lêçûnên konferansê bi temamî, di nav de lêçûna kirêkirina navenda Enstîtûya Cîhana Erebî, ji hêla Medenîyayê ve hatine dayîn. Wekî din, ji bo bidestxistina vîzayê, Hikûmeta Fransayê ji bo dehan serîlêderên ji Sûrîyayê hêsankarî pêşkêş kirin da ku hejmareke herî zêde ya nûnerên rêxistinên civaka şarwer a Sûrîyayê beşdarî pêşkonfernasê bibin.

Çima konferans niha tê lidarxistin û doza çi dike?

Di nava du salên borî de, Medenîya di prosesa damezrandinê de bû; endamên damezrîner ên encûmena birêvebirinê nêrîna wê ya stratejîk û meseleyên birêvebirinê datanîn. Serê vê salê (2023), Medenîyayê berê xwe da rêxistinên civaka şarwer da ku wan tev li tevgera xwe bike. Bêhtirî 150 rêxsitin li jêr sîwana Medenîyayê kom bûn. Cihê me yê ku em vê komxebata xwe bi rengî fermî lê didin destpêkirin, pêşkonferansa me ye. Li vê pêşkonferansê, em ê desthilata xwe bi şûn de vegerînin û doza naskirina rola xwe ya rewa bikin: Em ê bidozin ku em di hemû prosesên biryarwergirtinê yên girêdayî Sûrîyayê de, li ser asta siyasî jî, wekî hemkûf bên dîtin. Nemaze di vê dema hestyar de ku gelek alî têkilîyên xwe bi Rêjîma El-Esed re normal dikin; pêşkonferansa me bûyereke giring e. Bi rêya komkirina nûnerên civaka şarwer ên Sûrîyayê yên ku bawerîyê bi nirxên Medenîyayê tînin, Medenîya hewl dide rêyeke alternatîf a ji bo pêşxistina siberoja Sûrîyayê deyne û helbet li gel rêzgirtina li demokrasîyê, berpirsyarîyê û mafên mirovan. Ev pêşkonferans dê peyameke bihêz a li dij normalkirina têkilîyan li gel Rêjîmê bide û dê her wiha xebatên bêhempa yên alîyên şarwer ên karîger ên Sûrîyayê bide nasîn, nemaze ku ev alî hîn ji bo siberojeke demokratîk û aştîyane ya welatê xwe têdikoşin.

Çima roja yekem a konferansê girtî ye?

Roja yekem a konferansê wekî kargehekê hatiye destnîşankirin. Ev kargeh dê rê bide rêxistinên civaka şarwer a Sûrîyayê yên li jêr sîwana Medenîyayê ku pêşekîyên xwe û navgînên hevkarîya di siberojê de destnîşan bikin da ku nêrîna xwe ya hevbeş a li jêr sîya Medenîyayê pêk bînin. Giftûgoyên vê kargehê her wiha dê bibin xala destpêkê bo endamên Medenîyayê da ku planên xwe yên siberojê -li gor rewş, pêdivî û nêrînên xwe, bi hevkarî bo Medenîyayê deynin.

Çend hewldan û destpêşxerîyên bo avakirina hevpeymanîyên rêxistinên civaka şarwer ên Sûrîyayê hene. Gelo Medenîya çi tiştê nû pêşniyaz dike?

Gelek hewldan, ji ber sedemên cihêreng, bo avakirina tor û hevpeymanîyên rêxistinên civaka şarwer ên Sûrîyayê hebûn. Mixabin, hinek berteng bûn û dom nekirin, lê gelek ji wan, xebatên berfireh bi rengekî çalak bi rê ve dibin. Gelek ji van rêxsitinan di nava bernameyên dîyar û xwedan armancên destnîşankirî de dixebitin, wekî koordînatorîya navbera rêxistinên ku di heman sektorî de kar dikin (mîna hevpeymanîyên mirovî, hevpeymanîyên hevpiştgirtinê... hwd) an koordînatorîya navbera rêxsitinên ku di heman devera cografîk de kar dikin (wate hevpeymanîya rêxistinên Bakur-Rojhilatê Sûrîyayê, hevpeymanîya rêxsitinên Bakur-Rojavayê Sûrîyayê, hevpeymanîya rêxistinên li DYAyê, hevpeymanîya rêxisitnên li Brîtanyayê, hevpeymanîya rêxistinên li dîyasporayê... hwd). Hin ji wan rêxistinan, welatîyên Sûrîyayê serkêşîyan wan dikin, lê piranîya wan rêxistinan alîyên navdewletî yên karîger wan bi rê dixin û sponsorîya wan dikin (mîna rêxistinên navdewletî yên nehikûmetî, an ên Neteweyên Yekbûyî, an ên Nivîgeha Şandîyê Giştî... hwd). Li gel xebata berfireh a van destpêşxerîyan, hîn dengê Sûrîyayîyan bi rengekî sîstematîk di hin platforman de nayê bihîstin û tê dûrxistin. Di rewşa herî baş de, Sûrîyayî tev li prosesên rawêjkarîyê yên van platforman dibin, an ku şêwra wan tê kirin. Lê dîsa jî, mirov bi çavên biguman li mijara xwegihandina prosesên beşdarkirina di şêwirkirinê de û zelalîya wan dinêre. Medenîya hewldaneke ku dixwaze hemû alîyên karîger û rêxistinên şarwer li bin yek sîwanê bicivîne da ku karîgerîya siyasî ya meydana şarwer a Sûrîyayî û xwedîtîya beşdarîya Sûrîyayîyan di biryarwergirtinê de dîsa vegerîne. Medenîya xebatên avakirinê yên berfireh ên tor û hevpeymanîyên din ên ku Sûrîyayî wan bi rê ve dibin geştir dike da ku rola wan bidomîne û mezintir bike, ne ku bikeve şûna wan. Medenîya hewl dide kêmanîyên xebatên heyî bêalî bike û atmosfera hevkarîyeke zêdetir peyda bike. Armanca Medenîyayê ne nimandina endaman an guhertina avahîsazîya rêxsitinên wan e. Armanca Medenîyayê ew e ku wan li jêr sîwaneke mafan kom bike da ku asta beşdarîya wan bilind bike, wan wekî hemkûfên rastîn ên di nava prosesa wergirtina biryarên girêdayî Sûrîyayê de pêşkêş bike û xebatên ji bo xurtkirina karîgerîya wan a herdemî bimeşîne.