Navîgasyonê veke
ع

Peyama Me

Parastina meydana me ya şarwer (sivîl) û piştgirtina rola pêşeng a civaka şarwer di avakirina siberoja Sûrîyayê de.

Daxuyanîya Peyamê

Parastina rola pêşeng a civaka şarwer -a ku nirxên hevbeş wê dikin yek- di avakirin û piştgirtina siberoja Sûrîyayê de.

Nêrîna Me

Sûrîyayeka komker, demokratîk û xwedan serwerî; Sûrîyayeke ku welatîyên wê li jêr serwerîya qanûnê yeksan in.

Nirxên Me

Em piştgirîyê didin:

  • Sûrîya bi cihêrengî û pirrengîya xwe hêzdar e. Sûrîya dewleteke serbixwe ye û serwerîya wê ya sergihayî li ser hemû xaka wê heye.
  • Mafê hemû welatîyên Sûrîyayê heye ku bi rûmet bijîn. Bêyî ku nijad, ol, ziman, nêrînên wan ên siyasî yan faktorên din li ber çavan bên girtin, xelkê Sûrîyayê xwedan maf, berpirsî û derfetên yeksan in.
  • Sûrîya xwe pabendî Ragihandina Navdewletî ya Mafên Mirovan dibîne, nemaze azadîya derbirîn û kombûnê û azadîya ol û bawerîyê.
  • Sûrîya mafên jinan diparêze û jin roleke pêşeng di karûbarên giştî de digerînin.
  • Sûrîya mafên zarokan diparêze û pêşekî û giringîyê dide hînkirina wan.
  • Sûrîya pabendî hikimdarîya demokratîk, serwerîya qanûnê, zelalî û berpirsyarîyê dibe. Sûrîya her wiha xwe dispêre cudakirina desthilata cîbicîker, desthilata qanûndaner û desthilata dadgerî û pabendî dadgerîya serbixwe dibe.
  • Sûrîya hemû reng û şêwazên tundî, teror û nijadperestîyê red dike û beşdarî rûniştandina aştîya herêmî û navdewletî ya dadmend dibe.
  • Sûrîya li ser hemû cîhanê vekirî ye û têkilîyên wê yên dîplomatîk, aborî û çandî cîhanê geş dikin.
  • Civaka şarwer a Sûrîyayê xwedan roleke sereke ye di pêkanîna birêveberîya ku van prensîpên jorîn misoger dike de. Ew her wiha çavdêrî û berpirsyarîyê dimeşîne û beşdarî danîna siyasetên giştî dibe.